Kanada danekirinên nû li ser Îranê sepand

Hikûmeta Kanadayê ragihand ku wan danekirinên nû li ser kes û şîrketên girêdayî Pasdarên Şoreşê sepandine.

Wezareta Karên Derve ya Kanadayê ragihand ku wan danekirinên nû li ser kes û şîrketên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî sepandine.

Li gorî daxuyaniyê pênc kes û çar sazî bi piştgirîkirina "milîsên derveyî dewletê û komên terorîst" û dabînkirina çek û teknolojiyê ku beşdarî bêîstîqrariya li Rojhilata Navîn dibin têne tawanbarkirin.

Hikûmeta Kanadayê diyar kir ku danekirinên li ser kes û saziyên ku pişgiriyê didin Îranê wê berdewam bikin û ragihand ku niha danekirinên li ser 227 kes û 260 saziyên Îranî di meriyetê de ne.